Şîretên Şehîd Qazî Mihemed, li ser sêpê ya darvekirinê
71 sal berê, di rojek wuha de Şehîd Pêşawa Qazî Mihemed li ser sêpê ya darvekirinê van şîretan li gelê xwe kir...
K24 – Navenda Nûçeyan
71 sal berê, di rojek wuha de Şehîd Pêşawa Qazî Mihemed li ser sêpê ya darvekirinê van şîretan li gelê xwe kir:
1. Baweriya xwe bi Xwedê, pêxemberê wî (silavên Xwedê li ser wî bin) û li hemû tiştên li cem wi bînin, bawer bikin û bicih anîna şert û mercên olê de hêzdar bin.
2. Yekîtî û hevdengiya nav xwe biparêzin, ji hev re nebaşiyan nekin, bi taybetî jî di berpirsyarî û xizmetê de tima nebin.
3. Ji bo ku neyarên we, we nexapînin ast a perwerdahiya xwe bilind bikin.
4. Baweriya xwe bi neyaran, xasma jî bi eceman neynin. Lewra ecem di çend cihan de neyarên we ne. Neyarê ola we, dewlet û gelê we ne. Dîrok şahidiyê dikê ku li hember kurdan hertim li me'na bûne. Di tewnên herî biçûk de jî kurdan dikujin û li hember kurdan xwe ji ti tewn ek jî dûr naxin.
5. Li vê dinê, ji bo jiyanek çend rojî û bêqîmet xwe nefiroşin neyaran, lewra neyar neyar e, pêbawer nekin.
6. Di mijarên siyasî, madeyî, giyanî û xîretê de li hev xiyanetê nekin. Lewra xayîn di hizûra Xwedê û evdan de sûcdar in, xiyanetî vedigerê li xayîn dixe.
7. Eger yek ji we îxanetiyê nekê û karê xwe bike, jê re bibin alîkar, bi hesûdî û timatiyê li hember wî/ê nesekinin an jî Xwedê biparêze li hember wî nebin ajanê biyaniyan.
8. Wek gelên din ji bo ku hûn ji tehdeyî û zordariyan xelas bibin, tekoşînê bikin. Ya girîng ne malê dinê ye. Eger ku welatek we hebû, hûn xweser û rizgar bûn wê demê her tiştên we heye, malê we, milkê we, dewleta we, welatê we û rêzdariya we jî dê hebê.
9. Ji dêlî deynê Xwedê yê rihê min, ez ne bawerim tu deynek min, ji tu kesekî re hebê. Lê eger deyndarek min jî derket, min li pey xwe gelek mal û milk hiştiye, bila biçin ji wêrisên min deynê xwe bixwazin.
Heta ku hûn hevdû negirin hûn serkeftî nabin. Tehdeyiyê li hev nekin. Lewra Xwedê pir zû tehdekaran ji holê radike. Ew dê ev tehdeyî ji holê rabê, ev sozê Xwedê ye, Xwedê ji tehdekaran tolê distînê.
Ez hêvî dikim hûn dê van şîretên min bigrin. Xwedê we li hember neyarên we serkeftî derxê. Wek ku Sedî gotiye:
"Armanc a me şîret bûn, me kir."
Me we emanetî Xwedê kir û em diçin.
Qewraşê gel û welatê xwe, QAZÎ MİHEMED.
( ji malpera Îbrahîm Xelîl Baran. Ji zimanê Tirkî wergerandin: Ayetullah X Hasanoglu)
C.B