Taştêya Diyarbekirê bi şûnwarên dîrokî re navdartir dibe
Bi hatina biharê re hêvî û bendewariyên xelkê Diyarbekirê jî ji bo hatina geştegeran zêde dibe. Ji ber ku bi hatina geştegeran liv û tevgera herî zêde li şûnwarên dîrokî yên ku xizmeta taştêya herêmê didin çêdibe. Taştêya Diyarbekirê ku bi berhemên xwezayî navdar e, ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyê tê û ev yek jî dibe sedem şûnwarên taştê li nav bajêr zêde bibin.
K24 – Diyarbekir
Bi hatina biharê re hêvî û bendewariyên xelkê Diyarbekirê jî ji bo hatina geştegeran zêde dibe. Ji ber ku bi hatina geştegeran liv û tevgera herî zêde li şûnwarên dîrokî yên ku xizmeta taştêya herêmê didin çêdibe. Taştêya Diyarbekirê ku bi berhemên xwezayî navdar e, ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyê tê û ev yek jî dibe sedem şûnwarên taştê li nav bajêr zêde bibin.
Taştêya Diyarbekirê di nav sedsala dawîn de ji bo gelek kesan bûye deriyê debarê. Berhemên taştê yên ku tenê ji gund û navçeyên herêmê tên bidestxistin, ji ber xwezayî ne, dibin tercîha gelek kesan. Ji berhemên şîrî heta mezeyên ku tenê aîdê herêma Diyarbekirê ne, sofre tên amadekirin û pêşkêşî serdêran tên kirin. Ji cureyên penêrî heta cureyên zeytûnan û bi xwarinên sivik ên ji çanda gundan, li ser sofreya taştê dîmenên rengîn derdikevin pêş. Ahmet Bîlmedî xwediyê vê kargeha dîrokî ye û dibêje; nava hefteyê karê şûnwarên taştê zêde nabe lê dawiya hefteyê eleqeya xelkê gelek zêde ye.
Xwedîyê Kargehê Ahmet Bîlmedî ji K24ê re got: "Tiştên ku li vê derdora me çêdibin, em ji bo taştêya xwe tînin. Cureyên penêrî yên ku ji şîrê ajalên herêmê tê bidestxistin, em bi taybetî tercîh dikin. Xwarinên ku li gorî çanda herêmê bi pêş ketine yên germ û sar; yên wekî mirtoxe û mehîrê; ew jî di nav taştêya me de cih digirin."
Şûnwarên ku taştê lê tê dayîn, bi taybetî şûnwarên dîrokî ne. Kesên ku tên li van cihan taştê dixwin, hem hay ji dîrok û serpêhatiyên li wan şûnwaran dibin hem jî bi xwarina taştê re demên aram derbas dikin. Welatî Gulê Ekîncî sedema tercîhkirina xwe ya taştêya li derve zêdetir bi şûnwarên dîrokî ve girêdide û dibêje; hatina vê derê hem ji bo stresê hem jî ji bo dûrketina ji xwarinên fabrîkasyon derfeteke baş e.
Welatî Gulê Ekîncî dibêje: "Li gorî min, helbet bi cihên dîrokî ve girêdayî ye. Ez li ser navê xwe bibêjim; dema ez bixwazim taştê bixwim, ez dixwazim li cihên dîrokî bixwim. Ji ber ku ez bi vê yekê bêhina xwe vedidim. Wekî din jî di taştêya Diyarbekirê de cure gelek in, ev jî ji bo me dewlemendiyek e, loma em tercîh dikin".
Di qada xwarinên herêmî de taştêya Diyarbekirê jî cihê xwe girtiye û bi pêşkêşiya li şûnwarên dîrokî, nirxê wê zêdetir dibe. Li Xana Hesen Paşa, li Deriyê Qesrê, li Qonaxa Siltanan û bi dehan avahiyên bi vî rengî; ev xizmet heye. Li gorî kesên ku di qada xwarinê de xizmeta taştê dikin; bi vî awayî hem girîngiya dîrok û serpêhatiyên şûnwaran tê parastin hem jî di qada pêşvebirina xwarina herêmê de tevkariyeke baş tê kirin.