Li Pirdê operasyoneke leşkerî: 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama kemîneke hêzên ewlehiyê û bombebarana du helîkopterên artêşa Iraqê de, li gundê Qerebegê yê ser bi bajarokê Pirdê yê ser bi Kerkûkê ve, sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û kesê ku ew vediguhastin jî hat desteserkirin.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê, di destpêkê de zanyariyên îstixbaratî nîşan dabû ku otomobîlek bi çar çekdarên DAIŞê ve derbasî nav bajarokê Pirdê bûye. Li ser vê yekê, hêzeke mezin a artêşa Iraqê derbasî Pirdê bû; bajarok bi temamî hat dorpêçkirin û her du rêyên sereke yên Hewlêr – Kerkûk û Pirdê – Kerkûkê hatin girtin.
Peyamnêrê me da zanîn ku hêzên artêşa Iraqê ji bo parastina canê welatiyên sivîl li benda wê yekê man ku çekdar ji tax û cihên niştecihbûnê yên Pirdê derkevin. Her ku çekdar ji bajarokî derketin, hêzên leşkerî dan dû wan û ber bi gundê Qerebegê ve ew şopandin. Li wir kemîn li ber wan hat danîn û di navbera wan de şer û pevçûnên çekdarî rû dan.
Di berdewamiya operasyonê de, du helîkopterên artêşa Iraqê gihîştin asmanê herêmê û helîkopteran bi tundî cihê çekdarên DAIŞê bombebaran kir. Di encama wê êrîşa asmanî de, sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û kesê ku ew bi otomobîlê veguhastibûn jî hat girtin.
Derbarê rewşa niha ya herêmê de, peyamnêrê Kurdistan24ê aşkere kir ku jiyan li nav Pirdê asayî bûye, lê niştecihên bajarokî nîgeran in ku ev çendîn car in çekdarên DAIŞê dikarin bi hêsanî derbasî nav devera wan bibin.
Li gorî zanyariyan, bi dûrahiya du heta sê kîlometreyan ji Pirdê valahiyeke mezin a ewlehiyê heye ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an çêbûye. Ew dever ji ber hebûna zeviyên berfireh ên çandiniyê bi hêsanî nayê kontrolkirin û gelek caran çekdarên DAIŞê bi mehan di nav pûş û giyayê zeviyên çandiniyê de xwe vedişêrin.
Di vê derbarê de, cotkarên deverê çendîn caran ji Kurdistan24ê re ragihandine ku bi tarîbûna şevê re, ji ber metirsiya êrîş û tevgera DAIŞê, ew bi ti awayî nikarin serdana kêlgeh û zeviyên xwe yên çandiniyê bikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê tekez kir jî ku ji ber hebûna valahiyên ewlehiyê yên ku bi şev bûne dergeh ji bo çûnûhatina hêsan a çekdarên DAIŞê, piraniya gundên devera Pirdê ji niştecihan hatine valakirin. Ji ber vê yekê, welatiyên herêmê daxwaza vegera hêzên Pêşmerge bo deverên xwe dikin, da ku bikarin bi ewlehî û aramî vegerin ser mal û warên xwe.