Tirkiye: Hebûna her hêzeke Fransî li Sûriyê dagîrkerî ye
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli hatina hêza Fransa bo bakurê Sûriyê bi armanca piştevanîkirina Kurd, bi hewla dagîrkirina xaka Sûriyê binav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli hatina hêza Fransa bo bakurê Sûriyê bi armanca piştevanîkirina Kurd, bi hewla dagîrkirina xaka Sûriyê binav dike.
Nurettin Canikli di konferanseke rojnamevanî de îro got: “Di demekê de şerê DAIŞê ta astekê li Sûriyê nemaye, hebûna hêza Fransî û her welatekî din li Sûriyê ti rewatiyeke wê nîn e.”
Nurettin Canikli got jî: “Heger Parîs dixwaze hebûneke wê ya leşkerî li bakurê Sûriyê bi armanca piştevanîkirina rêxistinên terorî hebe, ev yek li gor yasaya navdewletî ne rewa ye û bi dagîrkirin tê hejmartin.” Hêvî jî xwast ku Fransa ti hêzê neşîne navçê.
Amaje bi wê jî kir, hemû welatên şerê DAIŞê dikin, hêzên wan yên din hene bi wekalet şer dikin, tenê Tirkiye rûbirûyî DAIŞê dibe û şerê wê dike.
Ev daxuyaniyên Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê di demekê de ne, Serokê Fransayê Emmanuel Macron soza da fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hêzeke leşkerî bişîne Minbicê û rê li ber çûna artêşa Tirkiyê ji nava Minbicê re bigire.
Ji aliyekî din ve, şeva bûrî Wezareta Derve ya Fransayê şandine hêzeke Fransî bi awayekî cuda red kir û ragihand, hêzên Fransayê di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de tevgerê dike.
Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Derve yên HSD Rêdûr Xelîk li ser hevdîtina bi Serokê Fransayê re got: “Aliyê Fransî bi zelalî niyaza xwe ya şandine hêzeke leşkerî derbirî. Ev jî tê wateya ku Tirkiye bi hemû gefên xwe nikare gefên xwe cibicî bike û ev yek di axaftina Serokê Fransayê de bi awayekî zelal hat.”
Ev soza Fransayê piştî wê tê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 18ê Adarê bajarê Efrînê dagîrkirin, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, ew ji piştî Efrînê biçin Minbicê.
S. B