Dillon: Li Minbicê dimînin
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, dê li Minbicê bimînin û şerê wê li dijî DAIŞê dê berdewam be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, dê li Minbicê bimînin û şerê wê li dijî DAIŞê dê berdewam be.
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillon ji rojnameya “Riyaz” Siûdiyê re derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê de ragihand, ta niha guhartin di erkê Wezareta Bergîriyê a Amerîka de çê nebûne.
Dillon got jî, Amerîka dê deverên rojhilatê çemê Ferêt û ta sînorê Iraqê kontrol bike û nahêle liv û tevgera DAIŞê li wê deverê bimînin.
Derbarê Minbicê de Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî tekez kir, dê hêzên wan li Minbicê bimînin. Got jî, aliyê desthilatdariya Minbicê dike Encûmena Sivîl e û piraniya wê ji Erebên deverên ne.
Berî çend rojan Serokê Amerîka Donald Trump gotibû, hêzên Amerîkî dê ji Sûriyê vekişin.
Her di wê derbarê de, îro ajansa “Anadolu” ragihand, îro Amerîka 300 leşker ligel gelek alavên leşkerî yên pêşkeftî derbasî devera Minbicê kirine.
S. B