Leşkerekî Tirk li Efrînê hate kuştin
Li Efrînê, mayîneke vedayî bi otombêleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê de teqiya, di encamê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê, mayîneke vedayî bi otombêleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê de teqiya, di encamê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Serokerkaniya Tirkiyê da xuyakirin, li derdora gundê Qestela Xidiriya, di otombêleke leşkerî ya Artêşa Tirk de bombeyek hat teqandin. Di encamê de efserek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Li aliyê din, Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar da xuyakirin, Tirkiye di operasyona ser Efrînê de pabendî yasayên navnetewî ye û çekên qedexe bikar neaniye.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozçsyona Sûriyê ve di 18ê Adara bûrî de, YPG şerê partîzanî li nav bajar Efrînê ragihand.
S. B