HDP: Diyarkirina parêzgarekî ji boEfrînê ne destûrî ye

Parlamentera HDPê Fîlîz Kerestecîoglu da xuyakirin, hewldanên hikûmeta Tirkiyê bo diyarkirina parêzgarê Efrînê, li dijî destûra Tirkiyê û yasayên navnetewî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera HDPê Fîlîz Kerestecîoglu da xuyakirin, hewldanên hikûmeta Tirkiyê bo diyarkirina parêzgarê Efrînê, li dijî destûra Tirkiyê û yasayên navnetewî ye.

Parlamentera HDPê Fîlîz Kerestecîoglu di parlamentoya Tirkiyê de civîneke rojnamevanî derxist û got, baca operasyona Efrînê xelk bi can û malê xwe dide, lê planên din yên hikûmeta Tirkiyê bo mêtîngeriyê hene. Di operasyonê sedan kes hatine kuştin, lê ew ketine dûv qazancên bazirganî û avedaniyê.

Da xuyakirin, Peyvdarekî dijbereyê dibêje, dê Efrîn girêdayî parêzgariya Antakyayê be û bo Efrînê jî Cîgirê Parêzgar bê erkdarkirin. Kerestecîoglu got, ev tişt li dijî destûra Tirkiyê û yasayên navnetewî ne.

Efrîn roja 18ê Adarê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat dagîrkirin, hin nûçe jî belav bûn, ku Efrîn dê bi harêma Hatayê ve bê girêdan û parêzgarek jî jê re hatiye destnîşankirin.

 

S. B