Li Colemêrgê çalakiyên siyasî hatin qedexekirin

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, her cure çalakî û daxuyaniyên rojnamevanî hatin qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, her cure çalakî û daxuyaniyên rojnamevanî hatin qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê bi fermaneke nivîskî, li navend û navçeyên girêdayî Colemêrgê daxuyaniyên rojnamevanî, vedana konan, çalakiya rûniştinê û her cure çalakiyên siyasî bo heyama mehekê qedexe kirin.

Parêzgariya da zanîn, çalakî û şahiyên dezgehên hikûmî li derveyî vê qedexeyê ne û bo civînên deverên girtî jî divê ji parêzgariyê molet bê wergirtin.

 

S. B