PDK-S û TEV-DEM peyamên hevxemiyê bo koça dawiyê ya Dilovan Barzanî dişînin
Îro Dilovan Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê koça dawiyê kir, aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê peyamên serxweşiyê artasteyî Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Dilovan Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê koça dawiyê kir, aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê peyamên serxweşiyê artasteyî Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin.
Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) di peyama xwe de got: “Bi xemgînî nûçeya koçkirina kak Dilovan Îdrîs Barzanî bihîst, bi vê boneyê xemnak sersaxî û serxweşiyê li Serok Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî û tevahiya malbata Barzanî û tevahiya heval û camewerê PDKê dikin. Jidestdana kak Dilovan ziyaneke mezin bû.”
Li aliyê din, Desteya Cibicîkar a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyameke serxweşiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir Nêçîrvan Barzanî kir.
TEV-DEMê di peyama xwe de got: “Bi xemgînî me agahiya wefata birayê wê birêz Dilovan Barzanî bihîst. Em bi êşa we bi were parve dikin. Em ji were sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbata we ya bi rumet re dixwazin. Em ji xweda dixwazin ku cihê birêz Dilovan buhişt be. Em ji xwedan dixwazin ku sebrê bide kesayet, malbat û tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê û bê bike dawiya xemgîniyan. Her wiha xemgînî û nexweşiyan dûrî we bixe."
Dilovan Barzanî 52 salî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 2018/04/02 li Hewlêrî koça dawiyê kir û li devera Barzan bi xakê hat spartin.
S. B