Piştî Xûtayê artêşa Sûriyê gefê li Qelemûnê dixwe

Ji piştî Xûtaya Rojhilat, artêşa Sûriyê amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li devera Qelemûna Şamê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji piştî Xûtaya Rojhilat, artêşa Sûriyê amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li devera Qelemûna Şamê dike.

Li gor medyayên ser bi opozîsyona Sûriyê ve belav kirine, artêşa Sûriyê gef li çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li devera Qelemûna Rojhilat dimînin xwariye, ji wê navçeyê derkevin û çekên xwe radest bikin, yan mîna operasyona li Xûtayê li dijî wan jî bikin.

Hat ragihandin, artêşa Sûriyê molet ta sibe 4 Nîsanê daye çekdarên li gundên Dumêr, Rihêbê, Cîrod û Nasiriyê da bersiva wan bijardeyan bidin.

Ev gefa artêşa Sûriyê li devera Qelemûn piştî wê yekê tê, li gor rêkeftinekê û serperiştiya Rûsyayê zêdetir ji 150 hezar kes di çend rojên bûrî de ji Xûtaya Rojhilat derketin.

Devera Qelemûna Rojhilat li bakurê rojhilatê Şama paytext dikeve û ji çend salan ve di dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê ye û ji Îlona sala bûrî ve wek navçeyeke kêmkirina aloziyan hatiye destnîşankirin.

 

S. B