Tirkiye ber bi çend navçeyên din ên Sûriyê tevgerê dike
Karwaneke artêşa Tirkiyê ligel fermandarên çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bo cara yekem digihin girên Kefir Zîta li bakurê parêzgeha Hemayê û bajarokê Xan Şêxonê li başûrê Idlibê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Karwaneke artêşa Tirkiyê ligel fermandarên çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bo cara yekem digihin girên Kefir Zîta li bakurê parêzgeha Hemayê û bajarokê Xan Şêxonê li başûrê Idlibê.
Li gor ajansên opozîsyona Sûriyê, tîmeke Tirkî bi erkê avakirina xalên çavdêriyê û bi piştevaniya firokeyên çavdêriyê yên Tirkiyê û hin grûpên opozîsyona Sûriyê derbasî bakurê Hema û başûrê Idlibê bûn.
Karwana leşkerî di navçeya Xezanat a Xanşêxon û navçeya Tilas li başûrê Idlibê re derbas bû û gihîşt bajarokê Kefir Zîta li bakurê Hemayê. Hat ragihandin jî, dê ew kar ber bi navçeya Letamniyê li bakurê Hemayê biçe.
Çavdêr amaje bi wê dikin, ev tevgera Tirkî ber bi Hemayê hevdem e bi amadekariyên artêşa Tirkiyê yên çûna ber bi wan navçeyan re ye.
ji aliyê xwe ve, ajansa “Hawar” a nêzîkî YPGê belav kir, hêzeke Tirkiyê bi çekê giran gihîşt navçeya Cisir Şixûr li başûrê rojavayê Idlibê, bo avakirina xalên çavdêriyê li nêzîkî berava Sûriyê.
Berê Tirkiyê ragihandibû ku dê 12 xalên çavdêriyê li bakurê Sûriyê ava bike, ta niha jî 7 xal ji wan li bakurê û başûrê Idlibê û rojavayê Helebê ava kirine.
S. B