Wezîrê Derve yê Îranê hevxemiya bi Nêçîrvan Barzanî radigihîne
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi boneya koça dawiyê ya Dilovan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi boneya koça dawiyê ya Dilovan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di peyama xwe de hevxemiya xwe ji de got: “Hevxemiya xwe bi we, malbata xwedê jê razî û hemû hemû xelkê Kurdistanê re radigihînim.”
Dilovan Barzanî 52 salî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî duhî Duşemê 2018/04/02 li Hewlêrî koça dawiyê kir û li devera Barzan bi xakê hat spartin.
Îro jî yekem roja şîn û sersaxiyê li Pîrmamê bi rê ve diçe û ta roja pêncşemê 5ê Nîsanê berdewam dibe.
S. B