Şandeke HDPê serdana Herêma Kurdistanê dike
Armanca sereke ya wê serdanê, destpêkirina gotûbêjan ji bo pêkanîna yekîtiya netewî Kurdî ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hate ragihandin ku şandeke Partiya Demokratî ya Gelan (HDP) di 6 vê mehê de, wê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Şanda HDP ji hevseroka wê partiyê Perwîn Buldan û Parlamenter Osman Baydemîr, Feleknas Ûca, Îmam Taşçier, Berdan Ozturk û çend rêvebirên din ên partiyê pêk tê.
Şanda HDP li paytexta Kurdistanê Hewlêrê, wê li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend berpirsên din hevdîtinan bike.
Herwiha wê şanda HDP serdana Silêmaniyê bike û li wir jî wê li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran bicive.
Li gorî zanyariyên bi dest K24ê ketine, armanca sereke ya wê serdanê, destpêkirina gotûbêjan ji bo pêkanîna yekîtiya netewî Kurdî ye.
N.O