Heyder Şeşo: Ziyanên PKKê ji bo Şingal û Êzdiyan ji qazancan bêtir bûn
Heyder Şeşo: Di çend mehên derbasbûyî de, xelkê Şingalê gellekî ji PKKê dilgiran bûn, ji ber ku bi sedan zarokên 10 û 12 salî yên Şingalê çekdar kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Sikirtêrê Partiya Êzîdî ya Demokrat Heyder Şeşo ragihand, ku PKK ji bo Şingalê û Êzîdiyan bi qasî ziyan kiriye qazanc nekiriye.
Heyder Şeşo, ji bo beşê Kurdî yê dengê Amerîka got: "Xelkê Şingalê ji PKK xwestin ku hêzên xwe bikişîne, ji ber ku ew yek di qazanca Şingalê de bû".
Şeşo ji dengê Amerîka re got jî: "Di destpêka azadkirina Şingalê de, xelkê Şingalê gellekî ji PKK hez dikrin û rêz lêdigirtin, lê piştî serederiya xirab ya PKKê li gel xelkê Şingalê û birina sedan kur û keçên di bin temenê 18 salî de, daku wan çekdar bikin, xelk gellekî ji wan dilgiran bûn".
Şeşo diyar kir, ku di çend mehên derbasbûyî de, xelkê Şingalê gellekî ji PKKê dilgiran bûn, ji ber ku bi sedan zarokên 10 û 12 salî çekdar kirin û li devera Xanesorê dest li ser kelûpelên xelkê datanîn".
Herwiha Şeşo axaftinên qayimqamê Şingalê Mehma Xelîl, piştrast kir ku têde gotibû: "PKK rê li ber avakirina Şingalê û vegera xelkê wê digire".
Li ser wê yekê Heyder Şeşo got: "Rast e di gellek haletan de, PKK rêgir bû li ber avakirin û vegera xelkê, PKK li nav Şingalê tenê hin karan li hin cihan dike, lê ya ku bêtir dikir, ew bû ku bi sedan keç û kurên di bin 18 salî de dibir û ew çekdar dikir".
Derbarê gefên Tirkiyê li ser Şingalê, navhatî got: "Xelkê Şingalê û em jî naxwazin wek Efrînê li Şingalê bê û PKK bibe bihaneya êrîşê li ser Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve, heger Tirkiyê bixwaze dest li ser Şingalê deyne, bê guman emê li ber xwe bidin".
N.O