Şandeke pile bilind ji Bexdayê serdana Herêma Kurdistan dike

"Ew şand ji serokê Iraqê Fûad Meisûm û serkirdeyê Şepêla Hikme Emmar Hekîm û çend berpirsên din yên pile bilind pêk tê".

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî haydar ragihand, ku biryar e sibe Çarşemê şandeke pile bilind ji siyasetvan û berpirsên Iraqî ji Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wî jêderî ji Şefeq News re ragihandiye, "Ew şand ji serokê Iraqê Fûad Meisûm û serkirdeyê Şepêla Hikme Emmar Hekîm û çend berpirsên din yên pile bilind pêk tê".

Heman jêderî eşkere kir, ku şanda Bexdayê, wê bi mebesta beşdariyê di sersaxiya Dilovan Barzanî de, li bajarokê Pîrmam, serdana Kurdistanê bike.

Berî niha jî wezareta derve ya Amerîka, balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, berpirsên cîhanî û Iraqî, ji bo erkê pêkêşkirina sersaxiyê bi koça Dilovan Barzanî, birûskeyên sersaxiyê arasteyî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.

Duh 2ê Nîsana 2018an, Dilovan Barzanî, di temenê 52 salî de, bi sedema celteya dil, koça dawî kir, piştî ku 14 salan ku bi wê nexweşiyê ketibû.

N.O