ENKS tometên Rêveberiya Xweser li dijî serkirdeyên xwe red dike

Berpirsên ENKSê tometên ku ji aliyê rêveberiya xweser ve li dijî serkirdeyên wê tên belavkirin red dikin û dibêjin ku PYD piropagendeyeke mezin li dijî wan dimeşîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê biryara desteserkirina herdu serkirdeyên Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê (ENKS), Ibrahîm Biro û Fûad Elîko derxist.

Di heman demê de, parêzerekî wek welatiyekî Rojavayê Kurdistanê, li ser bingeha yasayên Rêveberiya Xweser, gilînameyek li dijî endamê sirkirdatiya ENKSê Fûad Elîko pêşkêşî dadgeha gel kiriye û têde wî bi xiyanetê tometbar dike.

Di beramber de, berpirsên ENKSê wan tometan red dikin û dibêjin ku PYD piropagendeyeke mezin li dijî wan dimeşîne.

Herwiha serkirdeyên ENKS didin xuyakirin ku, Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî bizavan dike, ku li cem welatên xwedî biryar û Netewên Yekgirtî fişarê li Tirkiyê bike ku xelkên Efrînê di zûtirîn dem de, li malên xwe vegerin daku guherîneke dîmografî li Efrînê çênebe û ev yek nayê wê wateyê ku ENKS bi helwesta Tirkiyê re ye.

N.O