Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe li Minbicê zêdetir dike
Di daxûyaniyeke taybet ji bo Kurdistan24 re Serkirdeyê Bereya Sacûr Xelîl Mistefa diyar kir ku, Encûmena Leşkerî ya Minbic di amadebaşiyê de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe li Minbicê zêdetir dike.
Di daxûyaniyeke taybet ji bo Kurdistan24 re Serkirdeyê Bereya Sacûr Xelîl Mistefa diyar kir ku, Encûmena Leşkerî ya Minbic di amadebaşiyê de ye. Ew jî bi taybet, piştî daxûyaniyên Tirkiyê ku, dê bajarê Minbic armanc bike. Eşkere dike ku, piştî daxûyaniyên Serokê Amerîkayê, ku dê hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne, hejmara serbazên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Minbic zêde bûn e û baregehên xwe, di nav bajêr de ava dikin.
Herweha Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandinê ya HSD Mistefa Balî ji Kurdistan24 re diyarkir ku, piştî gefên Tirkiyê li ser Minbic, Hevpeymanan hêzên xwe li wê navçeyê zêdetir kirin e, û baregehên herdemî avakirin e.
Mistefa Balî got, heta ku çareseriyek siyasî ji krîza Suriyê re neyê dîtin, dê ew bingehên Hêzên Hevpeymanan li Minbic bimînin.
C.B