HSD: Hevpeymaniya Navdewletî eniya li hember Tirkiyê dadigire
Berpirsê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê li Minbicê Mistefa Balî ji K24ê re ragihand, welatên di hundir Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hêzên xwe li Minbicê û deverên cuda zêde dikin, di demên dawî de 2 baragehên xwe li Minbicê vekirin kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê hatina hêzên Fransî de Balî got, hêzên li Minbicê hene, hêzên di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de ne, di nava wan de hêzên Fransî, Brîtanî, Amerîkî û welatên din jî hene. Li eniya şer a li hember Tirkiyê ji çema Sacûrê û ta rojavayê Minbicê dora 50 K.M heye û Hevpeymaniya Navdewletî di rojên bê de baregehên xwe li eniyê dadigirin.
ji aliyê xwe ve, Serkideyê bereya çemê Sacûrê Xelîl Mistefa duhî ji K24ê re diyar kir ku Encûmena Leşkerî ya Minbic di amadebaşiyê de ye, bi taybet piştî daxuyaniyên Tirkiyê ku bajarê Minbic dê armanc bike.
Eşkere dike ku piştî daxuyaniyên serokê Amerîka ku dê hêzên xwe ji Sûriyê bikşîne, hejmara hêzên hevpeymana navdewletî di Minbic de zêde bûne û bargehên xwe di bajêr de ava dikin.
Piştî ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 18ê Adarê bajarê Efrînê dagîrkirin, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, ew ji piştî Efrînê diçin Minbicê, Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybet Fransayê ragihand, ji bo aramiya bakurê Sûriyê hêzên nû bo Minbic û bakurê Sûriyê dişîne.
S. B