Mehsûm: Hevdîtinên nehênî di navbera Hewlêr û Bexdayê hene
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm aşkere dike, hevdîtinên nehênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û her du alî ber bi riyeke asayîkirina pirsgirêkan diçin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm aşkere dike, hevdîtinên nehênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û her du alî ber bi riyeke asayîkirina pirsgirêkan diçin.
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm di hevdîtinekê ligel rojnameya “Heyat” çapa Londonê de ragihand, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê vegeryane riyên asayî û hevsîtinê nehênî yên dûrî çavên medyayê tên kirin.”
Dibêje jî: “Şande her du aliyan serdane hev dikin. Hewlêr û Bexda pêwîstiya wan bi hev heye, ne Herêma Kurdistanê dikare dest ji Iraqê berde û ne Iraq dikare dest ji herêmê berde. berjewendiyên wan yên hevbeş bi hev hene.”
Fûad Mehsûm diyar kir, Bexdayê birek ji mûçeya wezaretên tenduristî û perwerdê şande Herêma Kurdistanê û ew jî gaveke baş e.
Li ser gefên Tirkiyê yên li ser Şingalê, Serokomarê Iraqê got, ji piştî vekişîna PKKê ji wê deverê, nabe Tirkiye bê nava xaka Iraqê. Got jî, tirsa duberabûna sînaryoya Efrînê li Şingalê jî heye.
Ji piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, Bexdayê komek ji sizayan li dijî Herêma Kurdistanê derkiribûn, lê ji demekê ve ye çendî hevdîtin di navbera Bexda û Hewlêrê çê bûn û herwiha qedexeya li ser firokxaneyên Herêma Kurdistanê rakir û beşek ji mûçeyên fermanberên Kurdistanê şandin Hewlêrê.
S. B