Partiyeke Brîtanî piştevaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê derdibire
Şandeyeke Partiya Karkerên Brîtanî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tekezî li ser piştevanîkirina Brîtaniya ji Rojava re li hember her êrîşekê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeyeke Partiya Karkerên Brîtanî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tekezî li ser piştevanîkirina Brîtaniya ji Rojava re li hember her êrîşekê.
Li gor ajansa “Reuters” endamê şanda Brîtanî Maurice Glassman li Qamişlo got: “Em ji bo pêwendiyên dirêj li vir in. Dikarin alîkariyê we li dijî her êrîşekê ku azadiya we têk bide, bikin.”
Serdana şanda Brîtanî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate brirêkxistin û di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Şande jî ji Cîgirê Partiya Karkerên Brîtanyayê Lloyd Russell Moel, Sînatorê Encûmena Giştî ya Brîtanya Maurice Glassman, Rêvebirê Buroya Sandîkayan a navneteweyî Simon Dibbing, Berpirsê Sandîkayên Brîtanyayê Ryan Fletcher û Rêvebirê navenda Pêşketinê ya Kurdî Ibrahîm Dogos pêk hat.
Serdana vê şanda Brîtanî piştî wê tê, artêşa Tirkiyê roja 18ê Adara bûrî herêma Efrînê dagîr kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî got, ji piştî Efrînê diçin Minbic û rojhilatê çemê Ferêt.
S. B