Rûhanî: Pêwîst e Efrîn radestî Sûryê bêkirin

Rûhanî: Bûyerên Efrînê mifadar nabin, ji ber ku divê rêz li yekîtî û serweriya axa Sûryê bê girtin û pêwîst e artêşa Sûryê wê deverê kontrol bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ku pêwîst e Tirkiye Efrînê radestî artêşa Sûryê bike.

Di çarçoveya civîna sê alî de, li gel Serokê Tirkiyê û yê Rûsya, Hesen Rûhanî di gotarekê de got: "Bûyerên Efrînê mifadar nabin, ji ber ku divê rêz li yekîtî û serweriya axa Sûryê bê girtin û pêwîst e artêşa Sûryê wê deverê kontrol bike".

Rûhanî diyar kir, ku "Dewletên mezin bizava dabeşkirina Sûryê dikin û em vê yekê red dikin û ti carî qebûl nakin".

Herwiha got: "Bûn û mana hêzên biyanî li ser axa Sûryê, bê razîbûna Hikûmeta Sûryê, neyasayî ye û pêwîst e bidawî bê".

Derbarê çarekirina kirîza Sûryê, Rûhanî got: "Ew kirîz bi riyên serbazî û bikaranîna hêzê û sepandina çareseriyan ji derveyî welat, çareser nabe".

Herwiha got: "Ji mafê xelkê Sûrya bi tenê ye, ku bi riya hilbijartinên demokratî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin".

Artêşa Tirkiyê, roja şemyê 20ê Çileya derbasbûyî, bi hevkariya hin girûpên opozisyona Sûryê operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê  destpê kirin û piştî 58 rojan karîn wî bajarî dagîr bikin.

N.O