Dibe parlemanteriya Osman Baydemîrî jê were standin

Egere heye mafê parlemanteriyê ji parlemanterê HPDê Osman Baydemîrî were standin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Egere heye mafê parlemanteriyê ji parlemanterê HPDê Osman Baydemîrî were standin.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr bi tohmeta ku polîs bêrûmetî kirine, ji aliyê dadgehên herêmî ve bi salek û 5 mehan hatibû cezakirin û ev ceza ji aliyê Dadgehên Îstînafê ve hate pesendkirin.

Hat zanîn, heger parlemantoya Tirkiyeyê rewşa Osman Baydemîr gotûbêj bike, dikare mafê parlementeriya Osman Baydemîr jê bistîne.

Berî niha mafê parlementeriyê bi heman tohmetê ji parlemanterê din ê HDPê Ahmet Yildirim hatibû satandin.

Heta niha mafê parlemanteriyê ji 8 parlementerên HDPê hatiye standin, herwiha ligel wê 9 parlemanter jî di girtîgehan de ne.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment