Balyozê Tirkiyê: Hebûna PKKê sedema operasyonê ye

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê radigihîne, hebûna PKKê li bakurê Iraqê sedema sereke ya encamdana operasyonê ye. Dibêje jî, pêwendiyên baş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di berjewendiya Tirkiyê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê radigihîne, hebûna PKKê li bakurê Iraqê sedema sereke ya encamdana operasyonê ye. Dibêje jî, pêwendiyên baş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di berjewendiya Tirkiyê de ye.

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatîh Yildiz ji K24ê re ragihand, hebûna PKKê li bakurê Iraqê sedema sereke ya encamdana operasyona artêşa Tirkiyê ye. PKK li Qendîlê heye û operasyon jî li dijî wê ye.”

Bayozê Tirkiyê got jî: “Ji bo rewşa ewlehiyê ya Şingalê vegere destê hikûmeta Bexdayê, hin tevgerên me hene, lê nabe wek encamdana operasyonê lê were nerîn.”

Got jî: “Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê girîng in, heger pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di çarçova destûr û yekperçeyîya xaka Iraqê de bin, ew dikeve berjewendiya Tirkiyê jî.”

Ev daxuyaniya Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê di demekê de ye, berî çend rojan PKKê hêza xwe ji Şingalê vekişand û û dosya ewlehiyê û hemû sînorê Şingalê radestî artêşa Iraqê, Heşda Êzidî û Heşda Şeibî kir.

Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) li Şingalê Ekîd Kelar jî ragihandibû, wan erkê xwe li Şingalê bi cih aniye û ji Şingalê vedikişin.

Bi bihaneya hebûna PKKê, firokeyên Tirkiyê deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, di dema dawî de jî gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Şingalê dixwe.

 

S. B