Zimanê Kurdî li karkerên înşaetan hat qedexekirin

Li Stenbolê ji aliyê kompanyayeke înşaetê ve bi rêya nivîseke fermî axaftina bi zimanê Kurdî li karkerên Kurd hate qedexekirin. Li beramberî vê biryarê her çiqas kompanyayê gava xwe bi paş de avêt jî karvedanên wê berdewam dikin. Sendîkayên karkeran biryara qedexekirina zimanê Kurdî şermezar kirin.

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji aliyê kompanyayeke înşaetê ve bi rêya nivîseke fermî axaftina bi zimanê Kurdî li karkerên Kurd hate qedexekirin. Li beramberî vê biryarê her çiqas kompanyayê gava xwe bi paş de avêt jî karvedanên wê berdewam dikin. Sendîkayên karkeran biryara qedexekirina zimanê Kurdî şermezar kirin.

Li Başakşehîra Stenbolê li înşaeta kompanyaya Yapi & Yapi axaftina bi zimanê Kurdî li karkerên Kurd hate qedexekirin. Ev qedexe bi beleyekê hate çespandin. Piştî çespandina qedexeyê ya bi belge vê rûdanê di raya giştî ya Tirkiye û cîhanê de dengveda. Li ser karvedanan xwediyê kompanyayê gava xwe bi paşde avêt û ji wan karkerên Kurd û raya giştî lêborîn xwest.

Sendîkayên karkerên înşaetan diyar kirin ger kompanya wê biryara qedexirinê karîger bike ew ê dest bi grevê bikin. Serokê Sendîkaya Karkerên Avahî û înşaetan Alî Oztuna ragihand, ew vê rûdanê bi tundî şermezar dikin û eger ew niha pêşî li ber qedexekirina zimanê Kurdî negirin di pêş de wê patronên kompanyayan karibin bi hêsanî zordestiyê bikin li ser karkerên Kurd ku di înşaetan de kar dikin.

Serokê Sendîkaya Karkerên Avahî û Înşaetan Alî Oztuna ji K24ê re got: "Di belgeya qedexeyê de ji bo zimanê Kurdî gotine divê bi lîsanên din axaftin neyê kirin. Mala xwedê ava berê wek lîsan jî nedihate dîtin lê digel ku wek lîsan jî hatiye naskirin dîsa tê qedekirin zimanê Kurdî. Aliyekî pêkenokî yê meselêyê bi vî awayî jî heye mixabin. Em wek sendîka destÛrê nadin patronên înşaet û kompanyayan ku zimanê Kurdî qedexe bikin. Em vê helwestê şermezar dikin. Em ê ji nêzîk ve vê bûyerê bişopînin û heta dawiyê jî li pey azadiya axaftina bi zimanê xwe yên karkerên Kurd bin."

Heta niha ne tenê li Stenbolê li gelek bajarên Tirkiyê, li dijî karkerên Kurd ên li înşaetan, ji ber ku bi zimanê Kurdî axivîne li beramberî tade û zordestiyê mane. Gelek caran wek terorîst jî hatine binavkirin û bi girseyî hatine lînçkirin. Lê tû carî ev zordestî, wek vê bûyera dawîn di nava raya giştî ya Tirkiye û cîhanê de nebûbû rojev. Li gorî rêveberê navendî yê Sendîkaya Karkeran Îsmaîl Karaduman jî, ev rêbaza qedexekirina zimanê Kurdî, li hindek înşaetên ku hejmara karkerên Kurd lê kêm in bi awayekî aktîf tê bikaranîn. Ew ê di pêş de van mijaran jî bixin rojeva Tirkiyê.

Îsmaîl Karaduman dibêje: "Bi saya berxwedana karkerên Kurd ew kiryara qedexeya zimanê Kurdî ya kompanyaya bi navê Yapi & Yapi eşkere bû û ew belge kete destê me sendîkayan û medyayê û dinya jî pê hisiya. Mixabin ev ne iştekî nû ye. Çawa ku dewletê di salên 80ê yî de li girtîgehan zimanê Kurdî qedexe dikir li dayikên Kurd, niha jî li înşaetan li dijî karkerên Kurd ev qedexe berdewam dikin. Bi saya berxwedaa karkerên Kurd kompanyayê gava xwe bi paş de avêt û lêborîn xwest. Em dibînin ku dema karkerên Kurd bi rêxistnî tevdigerin dikarin gelek tiştan bikin."

Bûyera qedexekirna zimanê Kurdî ya li înşaetan di heman demê de bi rêya HDP û CHPê li parlamentoyê jî hate şermezarkirin. Parlamenterê HDPê Nîhat Akdogan derbarê qedexeyê de ji bo bersivdayînê pirsiyarnameyek raberî Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu kir û ragihand, digel ku li çalakiyên herêmê Serokomar, wezîr û parlamenter bi Kurdî diaxivin jî, bi giştî li Tirkiyê her diçe fobî û redkirina li dijî zimanê Kurdî zêde dibe. Ew bangê dikin da ku hikûmet di demeke kinde pêşî li ber van rûdanên antî-demokratîk bigire û wan kesên perpirsiyar jî siza bike.