Kalin: Ji vekişîna PKKê bigûman in
Serokomariya Tirkiyeyê ragihand, ew bigûman nêzikî vekişîna PKKê ya ji Şingalê dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomariya Tirkiyeyê ragihand, ew bigûman nêzikî vekişîna PKKê ya ji Şingalê dibin.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbarhîm Kalin bersiva pirsên rojnamevanan da û got ew digel hikûmeta Iraqê li dijî PKKê di nav têgihiştineke baş de ne û divê hikûmeta Iraqê êrîşên PKKê yên li dijî Tirkiyê asteng bike.
Berî çend rojan PKKê hêza xwe ji Şingalê vekişand û û dosya ewlehiyê û hemû sînorê Şingalê radestî artêşa Iraqê, Heşda Êzidî û Heşda Şeibî kir.
Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) li Şingalê Ekîd Kelar jî ragihandibû, wan erkê xwe li Şingalê bi cih aniye û ji Şingalê vedikişin.
S. B