Keçeke Xiristiyan piştî 3 salan ji DAIŞê rizgar bû
Keçeke Xirstiyan ku berî 3ê salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li Mûsilê hatibû revandin û di şerê vê dawiyê de li parêzgeha Dêra Zora Sûriyê hatibû rizgarkirin, piştî zêdetirî 3ê salan gihîşt malbata xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Keçeke Xirstiyan ku berî 3ê salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li Mûsilê hatibû revandin û di şerê vê dawiyê de li parêzgeha Dêra Zora Sûriyê hatibû rizgarkirin, piştî zêdetirî 3ê salan gihîşt malbata xwe.
Rîta Hebîb ku ji bajarokê Qerqoş ya Mûslê ye û demeke dirêj li îraq û Sûriyê di bin zordariya DAIŞ de mabû, gihişte Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û bavê xwe ji nû ve dît.
Rîta berî 5 mehan li parzgeha Dêra Zora Sûriyê ve ji aliyê HSDê ve hatibûn rizgarkirin û bi hevahengiya rêxistineke Xiristiyanî ya bi navê Şilomo û Yekîtiya Jinên Siryan li Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û gihişte Hewlêrê.