Firokeyên şer ên Tirkiyê Biradost bombebaran dikin
Bi sedema bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê şeş gund li sînorê devera Biradost hatin valakirin û welatiyek jî birîndar bû ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sedema bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê şeş gund li sînorê devera Biradost hatin valakirin û welatiyek jî birîndar bû ye.
Nûçegihanê Kurdistan 24 ragihand, ji êvarê ve topxane û firokeyên şer ênTirkiyê bi tundî devera Biradost ya ser bi Bajarokê Sîdekan ve bombebaran û topbaran dikin. Di encam de xelkê gundên Nizarî, Gureşan, Alekan, Sîran, Xelîfan û Lîlkan gundên xwe vala kirin e.
Herweha topxaneya Tirkiyê gundên Buzîne, Şekyu, Gelî Mexarê û çiyayên Kewît, Dîr û Ketertyan li sînorê devera Biradost topbaran kir.
C.B