Îmarat sersaxiyê ji Serok Barzanî re dixwaze
Cîgirê serokê Îmarat û cîgirê fermandeyê bilind yê hêzên çekdarên Îmaratê, ji bo koça dawî ya Dilovan Idrîs Barzanî, sersaxî ji Serok Barzanî re xwest.
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê Îmarat û cîgirê fermandeyê bilind yê hêzên çekdarên Îmaratê, Mihemed Bin Zayid al Niheyan, ji bo koça dawî ya Dilovan Idrîs Barzanî, sersaxî ji Serok Barzanî re xwest.
Di nameyekê de, ku arasteyî serok Barzanî kiriye, cîgirê serokê Îmaratê xemgîniya xwe beramberî koça dawî ya Dilovan Idrîs Barzanî daye xuyakirin û ji Xwedayê mezin xwestiye ku Xweda jêxweş Dilovan Barzanî bi bihuştê şa bike û sebr û aramiyê bide Serok Barzanî û tevahiya malbata wî.
N.O