Artêşa Tirkiyê: Me 14 gerîlayên PKKê kuştine

Artêşa Tirkiyê li herêma Xakurkê, bingehên PKKê bordûman kiriye û di encama operasyonê de, 13 bingehên PKKê hatine jinavbirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, ku firokeyên wan yên cengî li Xakurkê operasyoneke asmanî li dijî PKKê bicî kirine û di encamê de, 14 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Li gorî ragihandina Serokerkaniya Tirkiyê firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê li herêma Xakurkê, bingehên PKKê bordûman kirine û di encama operasyonê de, 13 bingehên PKKê hatine jinavbirin û 14 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê Kurdistan24ê li devera Soran ya Herêma Kurdistanê Teyfûr Mihemed da zanîn, ku Arteşa Tirkiyê heya 19 kîlometreyan sînorên Herêma Kurdistanê derbas kiriye.

Bi sedema bombebarana frokeyên şeryên tirkyê şeş gund li sînorê devera bradost hatin valakrin , du welatî jî brîndar bû .

Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir, ku ji duh êvarî ve, top û firokeyên cengî yên Tirkiyê, bitundî devera Biradost ya ser bi bajarokê Sîdekan ve, bordûman dikin û di encamê de, du welatî birîndar bûne û xelkê gundên: Naw Mêrgan, Gureşan, Alekan, Sîran, Xelîfan û Lîlkan gundên xwe vala kirine.

N.O