Beyan Samî Abdurrahman: Kurdên Rojava bi hevpeymaniyê dikarin pêş bikevin
Nûnera Hikûmeta Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Abdurrahman ragihand: Vekişîna PKKyê ya ji Şengalê pêngaveke erenî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnera Hikûmeta Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Abdurrahman ragihand: Vekişîna PKKyê ya ji Şengalê pêngaveke erenî ye.
Beyan Samî Abdurrahman bersiva pirsên rojnameya Tirkî Hurriyetê da û got PKK dest bi vekişîna ji Şengalê kiriye û ew ji vê gavê keyfxweş in. Ew hêvî dikin Tirkiye têbigihe ko gefa li dijî wan li Şengalê nema ye. Beyan Samî Abdurrahman di derbarê pirsa Suriyeyê de jî got: li rojavayê Kurdistanê gelek partiyên kurdan hene û divê werin cem hev û nûnertiya hemûyan di bin hevpeymaniyekî de were kirin. Nûnera Hikûmeta Kurdistanê ya Amerîkayê herwiha amaje kir vekişîna Amerîkayê ya ji Suriyeyê dê rewşek neyînî bi xwe re bîn e. Ew naxwazin terorîst careke din werin Iraqê. Pêwîstiya wan bi hêzên navnetewî heye.
C.B