Partiyên Tirkmenî: Pêşmerge bûn ên ku parastina gelên Kurdistanê ji DAIŞ kirin
Partiyên Tirkmenî yên Herêma Kurdistanê bersiva wan aliyên siyasî didin ku, bi vegera Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ne razî ne...
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiyên Tirkmenî yên Herêma Kurdistanê bersiva wan aliyên siyasî didin ku, bi vegera Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ne razî ne.
Partiyên siyasî yên Tirkmenî yên Herêma Kurdistanê wê yekê tîne bîra Tirkmenan ku, her Pêşmerge bûn ew ji destê çekdarên DAÎŞê parastin. Ji ber wê yekê jî ew bi erkê xwe dizanin ku, spasiya Pêşmerge bikin.
Hin aliyên Tirkmenî yên di nav gelê Tirkmen de lawaz, ku rastiya gelê Tirkmenî berçav nagirin, naxwazin Pêşmerge vegerin navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.
C.B