Li Babê teqîn: 9 kuştî û 20 birîndar

Li Babê otombêleke bombekîrî hat teqandin. Li gor agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe jidest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Babê otombêleke bombekîrî hat teqandin. Li gor agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe jidest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Li navenda Babê li nêzîkî mizgeftekê otombêleke bombekirî hat teqandin. Li gor nûçeya “Anadolu”, Rêveberê Parastina Sivîl Emar Selmo daye xuyakirin, êriş li nêzîkî mizgeftekê de hatiye kirin û heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya êrişê hilnedaye ser xwe.

Hat diyarkirin, piştî teqînê şewat derketiye û xelkê deverê bi derfetên xwe birîndar gihandine nexweşxaneyan.

Bajarokê babê 30 k.m dûrî sînorê Tirkiyê ye, ji meha Sibata 2017an ve di destê çekdarên “Mertala Ferêt” ên artêşa Tirkiyê piştevaniya wan dike de ye.

 

S. B