Mişextên Efrînê rastî gullebaranê hatin

Çekdarên opozisyonê li ser rêbenda Kîmar, rê nedan mişextên Efrînê ku li malên xwe vegerin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çalakvanên di nav mişextên Efrînê de, ragihandin ku hejmarek ji mişextan, karîn piştî çend rojan ji zehmetiyan, xwe ji deverên bin destê hêzên rêjîma Sûryê bigehînin devera di bin destê ketîbeyên opozisyonê, lê dema ku ew gihiştin rêbenda Kîmar, ya di bin destê opozisyonê de, çekdarên li ser rêbendê rê neda wan ku derbasî Efrînê bibin.

Wan çalakvanan diyar kirin, ku ew ji bo demeke dirêj li ser wê rêbendê man, li hêviya ku riya vegera Efrînê li ber wan bê vekirin, lê ketîbeyên opozisyonê rê ji wan re venekirin.

Herwiha gotin, ku piştî çend demjimêran ji rawestanê, demjimêr 4 sibehê, ew mişextana bi neçarî û peya di nav kevir û zinaran de, bi xaçerêkên çiyayî berê xwe dan Efrînê, lê dema ku çekdarên opozisyonê haydarî wê yekê bûn, li pey wan mişextan ketin û gulle di ser sere wan re berdan.

Çalakvanek ji nav mişextan ku bi Bavê Aryan tê naskirin, ji Kurdistan24ê re tekez kir, ku di nav wan mişextan de, nexweş û kesên bi temen, zarok û jin jî hene, şevê din jî, jineke ducane barê xwe danî û çekdarên opozisyonê, rê nedan wan ku wê jinê veguhêzin nexweşxaneyê.

N.O