Selîm Cibûrî ji bo sersaxiya Nêçîrvan Barzanî bike gihişte Hewlêrê
Selîm Cibûrî bi armanca ku sersaxiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike li ser koça dawî ya birayê wî, serdana Hewlêrê kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî bi armanca ku sersaxiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike li ser koça dawî ya birayê wî, serdana Hewlêrê kir.
Nûçegihanê Kurdistan24 ji firîngeha Hewlêrê ragihand, piştî ku Selîm Cibûrî gihişt, rasterê bi armanca sersaxiyê û lidarxistina hin civînan li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ber bi cihê civînê birê ket.
Berî gihiştina Cibûrî, cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînkî, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Perlemana Iraqê bûye beşek ji wê helmeta Bexdayê, ji bo sizadana Herêma Kurdistanê û eşkere kir, ku bi nivîsareke fermî wan daxwaz ji serokatiya Perlemana Iraqê kiriye, berî bidawîbûna vê gera Perleman, sizayên li ser Herêma Kurdistanê hilweşînin.
N.O