Amerîka ji Sûryê dernakeve û bingehên xwe yên serbazî zêde dike

Li gorî raporên rojnamevanî, hêzên Amerîkî li Sûryê bingehên xwe zêde dikin û hebûna xwe li wî welatî bihêz dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî raporên rojnamevanî, hêzên Amerîkî li Sûryê bingehên xwe zêde dikin û hebûna xwe li wî welatî bihêz dikin.

Damezirandina wan bingehên nû yên serbazî, diyar dike ku Amerîka di demeke nêzîk de hêzên xwe ji Sûryê nakişîne.

Rojnameya New York Times ya Amerîkî di raporekê de dide xuyakirin,  ku serokê berê yê Amerîka Barak Obama, hêzeke kêm di sala 2015an de, li nav Sûryê belav kir.

Li gorî rapora heman rojnameyê, Koşka Sipî û Pentagonê tekezî li ser wê yekê kirine, ku ewê şerê li dijî DAIŞê li Sûrya, li gel hevpeymanên xwe yên Kurd û Ereb berdewam bikin û şerê rastiyane yê hêzên Amerîkî ji ezman de ye, ew girûpên biçûk yên li ser zemînê hene, wê bi riya şêwirmendiyê alîkariya hevpeymanên Amerîka bikin.

Niha nêzîkî 2 hezar serbazên Amerîkî li nav Sûryê hene, di demekê de, ku hîna çend cihekî biçûk li Reqqa di bin destê çekdarên tundrew de mane.

Rapora rojnameya navhatî di demekê de hatiye belavkirin, ku berî niha serokê Ameîrka Donald Trump, di 3ê vê mehê de, di kongirekî rojnamevanî de, li gel serokên welatên Beltîk ragihand, ku ew dixwazin hêzên xwe ji Sûryê bikişînin.

N.O