Cibûrî: Roleke baş a Herêma Kurdistanê di aramî û demokratîkirina Iraqê de heye
Cibûrî: Hevrêzî di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de, bingeha sereke ya parastina ewlehiya Kerkûkê û tevahiya navçeyên din e.
K24 - Navenda Nûçeyan
Seorkê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî, piştî civîna wî li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji Kurdistan24ê re got: "Serkirdeyên Herêma Kurdistanê, roleke bibandor di aramiya Iraqê û demokratîkirina wê de lîstin. Heger di paşerojê de, kêşe hebûn, niha pêwîst e bi diyalogê bên çarekirin û em karin kêşeyên nav Hewlêrê û Bexdayê bi wê riyê çare bikin".
Selîm Cibûrî got jî: "Di rastiyê de, serdana me ji bo xwestina sersaxiyê bû ji birêz Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî, lê me behsa çend doseyên giring yên rewşa niha jî kir, ku me bihevre girêdide, hilbijartin li pêşya me ne, em hest dikin ku Herêma Kurdistanê wek gel û serkirdatî, roleke baş ji bo aramiya Iraqê û danîna bingehên demokratiyê lîstine".
Derbarê vegera hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Cibûrî diyar kir, ku hevrêzî di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de, bingeha sereke ya parastina ewlehiya Kerkûkê û tevahiya navçeyên din e.
N.O