Li Efrînê Dr. Ebdilmecîd Şêxo hate revandin
Rewşenbîr û nivîskarê Kurd ê Efrînê Dr. Ebdilmecîd Şêxo ji berî 4 rojan ve aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê hate revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewşenbîr û nivîskarê Kurd ê Efrînê Dr. Ebdilmecîd Şêxo ji berî 4 rojan ve aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê hate revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gor zanyariyên K24ê, ji berî 4 rojan ve grûpeke çekdar a opozîsyona Sûriyê bi ser malê Ragirê Kolîja Wêjeyê ya Zanîngeha Efrînê Dr. Ebdilmecîd Şêxo de girtin û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Dr. Ebdilmecîd Şêxo ji dayikbûnê sala 1951an e di sala 1988an li Rûsyayê pileya Diktor di ragihandinê de standiye û ji demekê ve vegeriyaye Efrînê û li wir jiyana xwe berdewam dike.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 18ê Adarê ve Efrînê girtine, ji bilî talan û diziyê gelek xort, keç û kesayetiyên Efrînê revandine.
Berî nêzîkî 10 rojan çalakvana Kurd û wênegir Dilşan Qerejol hatibû revandin û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
S. B