Li Erzincanê teqînek çêbû

Li gorî zanyariyên destpêkî, di encama wê teqînê de, serbazekî Tirkiyê hat kuştin û parêzvanekî gundan jî birîndar bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li navçeya Kemaliye ya ser bi bajarê Erzincanê ve li Bakurê Kurdistanê, teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyên destpêkî, di encama wê teqînê de, serbazekî Tirkiyê hat kuştin û parêzvanekî gundan jî birîndar bû.
Artêşa Tirkiyê li bejahiya navçeya Kemaliye ya Erzincanê hember gerîlayên PKKê dest bi operasyonê kir.
Di operasyonê de, bombeya ku berê hatibû vedan, hat teqandin û serbazek hat kuştin û parêzvanekî gundan jî birîndar bû.
Hat ragihandin, ku operasyona Artêşa Tirkiyê li deverê berdewam dike.