Bingeh û firîngeha serbazî T4 li Sûryê hat bordûmankirin
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan eşkere kir, ku di encama wê bordûmanê de, "14 kes hatin kuştin û di nav kuştiyan de hin Îranî hene".
K24 - Navenda Nûçeyan
Medya ya fermî ya Sûryê belav kiriye, şevê din firîngeha serbazî ya T4 li nêzîkî Himsê hat bordûmankirin.
Televizyona fermî ya Sûryê ragihand, ji ber ketina çend mûşekan bi ser wê firîngehê de, hejmareke zêde ji kuştî û birîndaran heye û Amerîka bi bordûmankirina wê bingehê tometbar kir.
Herwiha televizyona Sûryê ji ser zimanê jêderekî serbazî veguhestiye, ku hêzên wan karîne heşt mûşekan têk bişkînin berî ku bi ser firîngehê de bikevin.
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan eşkere kir, ku di encama wê bordûmanê de, "14 kes hatin kuştin û di nav kuştiyan de hin Îranî hene".
Ji aliyê xwe ve, wezareta bergiriya Amerîka (Pentagon) tekez kir, ku hêzên wan bingeha T4 ya serbazî bordûman nekirine.
Hevdem Koşka Êlîzê ragihand, ku serokê Frensa Emmanuel Macron û serokê Amrîka Donald Trump pêwendiyeke telefonî encam dane û herdu aliyan êrîşa kîmawî ya Hikûmeta Sûriyê li ser bajarê Dûma şermezar kirin û tekez kirin, ku ew êrîş rêketinên navdewletî binpê dike û lêkolînên ciddî wê li ser wê bên kirin.
Herwiha Koşka Sipî jî ragihand, ku Trump û Macron lihev kirine, heger ji wan re piştrast bû, ku Esed çekên kîmawî bikar aniye, ewê bi tundtirîn awa rêjîma Esed siza bidin.
Pêr derengê şevê, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û li gorî raporên pizîşkî di wê êrîşê de, rêjîmê çekên kîmawî û gazên Sarîn û Kilorê bikar aniye, ku di encamê de, bêtirî 100 welatiyên sivîl di nav de zarok û jin canê xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne.
N.O