Mela Bextyar: Piştî 16ê Cotmehê valahiyeke emnî li Kerkûkê çêbû
Mela Bextyar: Pêwîst e Hikûmeta Iraqê hevrêziyê li gel Herêma Kurdistan bike, daku Pêşmerge li Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî vegerin
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Mela Bextyar, di kongirekî rojnamevanî hevbeş de, li gel hevseroka HDPê Perwîn Buldan li bajarê Silêmaniyê ragihand, ku "Piştî 16ê Cotmehê, valahiyeke emnî li Kerkûkê çêbû û ti pêwendiyeke wîjdanî, di navbera xelkê Kerkûkê û wan hêzan de tine ye, ku niha li wî bajarî belav bûne".
Mela Bextyar got jî: "Pêwîst e Hikûmeta Iraqê hevrêziyê li gel Herêma Kurdistan bike, daku Pêşmerge li Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê vegerin".
Mela Bextyar diyar kir, ku dagirtina valahiya emnî li Kerkûkê, wê bi riya bicîkirina destûrê û têgihiştineke nû ji bo birêvebirina wan deveran be.
N.O