Hilbijartinên Iraqê: 503 berbijêrên Kurdistanê ji bo 46 kursiyan rikberiyê dikin
Komisyona Hilbijartinên Iraqê nav û hejmarên berbijêrê hilbijartinên Iraqê aşkere dike, ku 503 berbijêrên ji 23 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina 46 kursiyên parlemantoyê rikberiyê dikin. PDK jî dibêje, hejmara kursiyên wan ji hilbijartinên bûrî zêdetir dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serperiştyarê Nivîsgeha Komisyona Hilbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê a Mazin Ebdilqadir ji K24ê re ragihand, heta niha sîstema taybet a cudakirina dengan bi awayekî fermî nehatiye pesendkirin, niha kar li ser danîna karmendên sindoqên dengdanê tê kirin.
Derbarê bi bilindî û nizimiya rêjeya dengan di hilbijartinên bê de, Cîgirê Serokê Dezgeha Hilbijartinên PDKê Viyan Sabîr ragihand, “Çend fakter ji bo başkirina dengên me hene. Serkirdeyekî bihêz û kadroyên me yên navendî yên baş hene. Herwiha rewşa navxweyî ya partiya me jî ji hemû hokaran baştir e.”
Ji ber bûyerên 16ê Cotmeha bûrî û dagîrkirina navçeyên Kurdistanî, tê pêşbînîkirin ku rêjeya kursiyên Kurdan kêm bibe.
Hilbijatinên Iraqê ku biryar e di 12 Gulana bê de werin kirin, ji aliyê siyasmedaran ve bi awayên cuda tê xwendin, beşek bi riya çareseriya pirsgirêkên Iraqê û beşek jî bi têkçûna rewşa Iraqê binav dikin.
S. B