Careke din xelk ji Mûsilê koçberî Herêma Kurdistanê dibin
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand, divê Netewên Yekgirtî alîkariya koçberan bike, ji ber ku hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi tenê nikare alîkariyê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand, divê Netewên Yekgirtî alîkariya koçberan bike, ji ber ku hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi tenê nikare alîkariyê bike.
Felah Mistefa îro di konferanseke rojnamevanî li gel şanda Netewên Yekbûyî (NY)de ragihand, divê Netewên Yekgirtî alîkariya koçberan bike, ji ber ku hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi tenê nikare alîkariyê bike. Ji ber xercên wan koçberan a yek salê milyarek 900 milyon Dolar e.
Herwiha amaje bi wê jî da, divê kar ji bo dabînkirina aramî, ewlehiyê, vegera koçberan û nehîştina pirsgirêkan bike, ji ber ku ew bûne sedema derketina terorê careke din.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, piştî rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê hejmarek zêde ya koçberên Mûsilê vegeriyane ser mal û cîhên xwe, lê ji ber nebûna xizmetan û desthilata taifî ya li bajarê wan, 4 hezar kes careke din koçberî Herêma Kurdistanê bûn.
S. B