Amerîka ji EEN dixwaze ku îşev biryara dawî derbarê Sûryê bide
Tevî ku pêşbînî heye Rûsya careke din pirojebiryarê Vîto bike, lê Trump li ser wê yekê rijd e ku îşev Encûmena Ewlehiya Navdewletî biryara dawiyê bide.

K24 - Navenda Nûçeyan
Îdara Amerîkî daxwaz ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî kir, ku îşev biryara dawiyê derbarê lêkolînên bikaranîna çekên kîmawî li Sûryê bide.
Piştî civîna duh ya Encûmena Ewlehiya Navdewletî, Amerîka daxwaz kir, ku di rûniştina îro de, yaw ê Encûmenê, ku biryare demjimêr 3ê piştî nîvro bi dema New Yorkê bê lidarxistin, biryara dawiyê derbarê pirojebiryara lîkolînê, li ser pirsa bikaranîna çekên kîmawî li Dûma bide.
Tevî ku pêşbînî heye Rûsya careke din pirojebiryarê Vîto bike, lê serokê Amerîka Donald Trump li ser wê yekê rijd e, ku Encûmena Ewlehiya Navdewletî biryara dawiyê bide, ji ber wê sedemê jî, seredana xwe ji bo çend welatan hilweşand.
Di 7ê vê mehê de, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê bordûman kirin û di encamê de, bêtirî 100 welatiyên sivîl, ji zarok û jinan canê xwe jidest dan.
Li gorî raporên pizîşkî û yên rêxistiyên mirovî, hêzên rêjîmê di wê êrîşê de, gazên kîmawî wek Sarîn û Kilor li dijî sivîlan bikar anîne, vê yekê jî karvedanaka tund li ser astê civaka navdewletî li pey xwe anî û her yek ji Amerîka û Frensa gefa bikaranîna hêzê li dijî rêjîmê kirin.
N.O