Birîtanya: Em amade ne beşdariyê de êrîşa li dijî Sûryê de bikin
Medyaya Almanî: Hejmarek ji keştiyên cengî yên Almanî gihiştin nav Derya Sipî.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîra Birîtanya Thereza May ragihand, ku welatê wê amade ye li kêleka Amerîka beşdariyê di êrîşeke serbazî de bike li dijî rêjîma Sûryê û diyar kir, ku ew di wê pirsê de, li bendî Perlemana welatê xwe namînin ku destûrê bide.
Hevdem li gel daxuyaniyên serokwezîra Birîtanya, medyaya Almanî ragihand, ku hejmarek ji keştiyên cengî yên Almanî gihiştin nav Derya Sipî.
Berî niha jî, Serokê Amerîka ragihandibû, ku ewê bi mûşekên zîrek û yên nû êrîşî rêjîma Sûryê bikin û di Tiwîtekê de ji Rûsya xwest, ku nebe piştevana (Heywanekî) ku bi çekên kîmawî xelkê xwe dikuje û sefiraziyê bi wê yekê dike.
Herwiha piştî êrîşa kîmawî li bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat, Frensa jî ragihand, ku ewê li gel Amerîka beşdariyê di karekî serbazî de, li dijî rêjîma Sûriyê bike.
N.O