Serokekî berî serokê niha yê Amerîka agahdar dike
Serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter rêveberiya serokê niha yê Amerîka ji rûbirûbûneke leşkerî bi Rûsya, Sûriye û Koryaya Bakur re agahdar dike, ku dibe egera rewş ji kontrolê derkeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter rêveberiya serokê niha yê Amerîka ji rûbirûbûneke leşkerî bi Rûsya, Sûriye û Koryaya Bakur re agahdar dike, ku dibe egera rewş ji kontrolê derkeve.
Ajansa “Associated Press” li ser zarê serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter belav kir: “Ji bo welatê me aram bimîne, nabe rêveberiya Trump li hember Koryaya Bakur, Rûsya û Sûriyê zêdegaviyê bike.”
Carter hişyarî da û got, her rûbirûbûneke leşkerî herger biçûk be jî, dê metirsîdar be, dibe ku li rewş ji kontrolê derkeve.
Serokê berê yê Amerîka got jî: “Hêvîdar im Trump wek serokên berê têbigihe ku her êrîşeke atomî dibe sedema karesateke mezin ji hemû mirovatiyê re.”
Amaje bi wê jî da, rêveberiya Trump û biryarên wê ji gelek aliyan ve rastî rexneyan tê. Gelek kes jî hest bi wê dikin ku şaş kirin dema deng dan Trump ku bibe serokê Amerîka.
Daxuyaniya Serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter piştî gefên Serokê Amerîka Donald Trump li Sûriye û Rûsyayê tê, ku got, bila Rûsya xwe ji mûşekên nû, zîrek û ciwan re amade bike.
S. B