Girtina serkirdeyên ENKS ji aliyê asayişê vê berdewam e
Şirovekarên siyasî û yasanas, tekez dikin ku, girtina berpirsên ENKSê, pirsgirêkan çare nake û divê li şûna wan kiryaran, diyalog û nêzîkbûn hebe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Asayişa li Rojavayê Kurdistanê di girtina berpirs û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) de berdewam e û serkirde û alîgirên ENKSê wê yekê şermezar dikin û daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de bên berdan û girtina siyasî li Rojavayê Kurdistanê nemîne.
Di destpêka vê mehê de, asayişa li Qamişlo serkirdeyê ENKSê û hevrêzkarê Tevgera Çaksaziyê Fêsel Yûsif desteser kir, herwiha di 13'ê vê mehê de, sikirtêrê Partiya Wekhevî û endamê desteya serkirdatiya ENKSê Ni'met Dawûd jî desteser kirin.
Ji aliyê xwe ve jî, hin şirovekarên siyasî û yasanas, tekez dikin ku, girtina berpirsên ENKSê, pirsgirêkan çare nake û divê li şûna van kiryaran, diyalog û nêzîkbûn di nav herdu aliyan de çêbibe.
N.O