Soylu: Di şerê li dijî PKKê de firokeyên bêfirokevan zêdetir dikin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir, sedema herî girîng a serkeftina wan li dijî PKKê firokeyên bêfirokevan in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir, sedema herî girîng a serkeftina wan li dijî PKKê firokeyên bêfirokevan in.
Suleyman Soylu îro serdana Diyarbekirê kir û di civîna ligel parêzgarên Bakurê Kurdistanê civiya û ragihand, ew dema bi firokeyên bêfirokevan şerê PKKê dikin, leşkerên wan nayên kuştin û ewê hejmara firokeyên bêfirokevan zêdetir bikin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got: “Sala borî min gotibû piştî meha Nîsanê em nahêlin PKK henase jî bistîne. Ji ber ku me bawerî bi firokeyên xwe yên bêfirokevan anîbû. Di meha bê jî em dê 6 firoke radestî arteşa xwe bikin û piştre emê 6 firokeyên din jî radestî wan bikin û bi van firokeyan çi li çiyayên Amanosan, çi jî li Şirnex û Colemêrgê û herêma Qers, Agirî û Îdirê em ê şerê PKKyê bikin.”
S. B