Wezareta Derve ya Amerîka behsa gefên li ser Kurdistan24ê dike
Wezareta Derve ya Amerîka di raporta xwe ya salane de behsa qedexekirina karê medyayî ya Kurdistan24ê dike, ku hikûmeta Iraqê ji piştî 16ê Cotmeha bûrî ve bi biryareke siyasî karê Kurdistan24ê li navçeyên di bin desthilata xwe de qedexe kiribû.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di beşê duyemîn a raporta Wezareta Derve ya Amerîka de û di birgeya Azadiya derbirînê de hatiye: “Di 28ê Cotmeha sala bûrî de Komisyona Ragihandin û Gihandina ser bi hikûmeta Iraqê ve biryara qedexekirin û ragirtina karê medyayî ya Kurdistan24ê li navçeyên di bin desthilata xwe de derkir.”
Piştî derbasbûna hefteyekê di ser bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, Komisyona Ragihandin û Gihandinê nivîsek belav kiribû, tê de daxwaza ragirtina bexşa Kurdistan24ê û rêgirî li karê wê kir, herwiha biryara desteserkirina tevahiya kelûpelên Kurdisan24ê jî derkir.
Ev biryar ta niha nehatiye hilweşandin û bi berdewam metirsî li ser tîmên Kurdistan24ê li navçeyên di bin desthilata hikûmeta Iraqî de heye.
Di 16ê Cotmeha sala 2017an de, Kurdistan24ê romala dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî êdareya Herêma Kurdistanê kir û binpêkirinên Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqî bi cîhanê radigand.
S. B