Qedexeya derketinê ji ser bajarê Nisêbînê hat rakirin

Qedexeya derketinê di çardê Adara sala 2016an de hatibû ragihandin, şevê din hat rakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Qedexekirina derketina derve ya li ser bajarê Nisêbînê yê ser bi  parêzgeha Mêrdînê ve li Bakurê Kurdistanê, ku di çardê Adara sala 2016an de hatibû ragihandin, şevê din hat rakirin.

Niha û piştî bêtirî du salan ji sepandina wê qedexeyê, şevê din bi biryareke ji parêzgeha Mêrdînê, ew qedexe hat rakirin.

Di nivîsa parêzgar de hatiye gotin, ku bi sedema çalakiyên cudaxwazan, ewlehiya wî bajarî û mal û milk û canê xelkê ketibûn metirsiyê de, lewra wê demê qedexeya çûnûhatinê hatibû ragihandin, lê piştî bidawîbûna çalakiyan û paqijkirina taxan ji mînên vedayî, biryara qedexeya derketinê  hat hilweşandin.

N.O