NATO: Plana rahênankirina hêzên Iraqî û Pêşmerge heye

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, plana wan ya berfereh ji bo rahênankirina hêzên Iraqî û Pêşmerge heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, plana wan ya berfereh ji bo rahênankirina hêzên Iraqî û Pêşmerge heye.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevpeymaniya Bakurê Atlantic “NATO” Jens Stoltenberg ji K24ê re ragihand, plana wan ya berfereh ji bo rahênankirinê hêzên Iraqî û Pêşmerge heye, ji bo wê armancê jî şêwirmendên leşkerî yên zêdetir dişînin Iraqê.

Çend car in Sekreterê NATOyê behsa şandina şêwirmendê leşkerî ji bo Iraqê dike, ji bo piştî têkşikandina DAIŞê rêhananê bi hêzên Iraqî bikin, bi taybet jî demek e hin hêzên navxweyî yên Iraqê daxwaza sînordarkirina mana hêzên Amerîkî li welêt dikin.

 

S, B